Hevdîtina nivîskarên Kurd û Alman li qeraxên çemê Êlbê
Bi çalakiya hevalê me, endamê PENa Kurd, birêz Yûnis Behram û bi hevkariya
navenda PENê hevdîtineke wêjeyî di navbera nivîskarên Kurd û Alman de, di
rojên 22 – 24.11.2002an li bajarê Dresden, paytextê wilayeta Saksen ya
Almaniya, pêkhat.
Birêvebirên vê hevdîtinê Navenda PENa Kurd û çar þaxên nivîskarên almanî bûn:
1. Förderkreis für Literatur in Sachsen e. V. in Dresden.
2. Unabhängiger Schriftstellerverein e. V. in Dresden.
3. Unabhängige Schriftsteller Assoziation (ASSO)
4. Verband der Schriftsteller OWL (Ostwestfalen-Lippe), Bielefeld.
Herweha PENa gelê Sorb jî bi niwênerekî xwe beþdar bû.
Beþdarên vê civînê ev bûn:
Christian Schneider - niwênerê PENa Sorb.
Beþdarên Alman: Dieter Stork, Dr. Konrad Lehmann û Michael Halfbrodt; Rudolft Scholz, Barbara Müller, Dr. Heinz Zeidler, Dr. Lothar Trampau, Edward Gülner û Detlef Merbt.
Beþdarên Kurd: Yûnis Behram, Dr. Zerdeþt Haco, Husên Kartal, Nilgün Demirkaya, Dr. Zorab Aloian, Nezîf Telek, Ismet Elcî, Selîm Biçûk, Salihê Kevirbirî, Tengezar Marînî û Mustefa Reþîd.
Hwewiha hunermenda me ya welatparêz û hêja, birêz Þêrîn Perwer û du dengbêjên ciwan ên dengxweþ jî beþdarbûn.
Sorb kî ne?
Sorb navê gelekî (miletekî) ye, yê ku di çarçewa sînorên Almaniyayê de dijî û xwedî zimanekî serbixwe ye. Zimanê vî gelî ji koma zimanên silavî tê hejmartin; ango zimanê wan nêzîkî zimanên wek çîkî, polonî, rûsî, ukrayînî, bulgarî, silovakî û gelên komara Yugoslaviya ya berê ye. Ev gelê biçûk li herêma Lausitz dijî û niha hejmara wan dora 35.000 mirovî ye. Hên di dema DDR de ew xwedî her mafekî çandî û perwerdeyî bûne û niha jî ev mafê wan tê parastin. Zarokên wan bi zimanê dayîkî tên perwerdekirin û li herêma wan her tiþt bi zimanê wan e. Lê belê daku ew ji civaka dor xwe neyên bidûrxistin, ew hînî zimanê almanî jî dibin û wisa bi herdû zimanan jî dipeyivin.
Bajarê Dresden - warê mêvandariya me
Bajarê Dresden, paytextê wilayeta Seksen e û yek ji bajarên Almaniya yên
bi nav û deng e. Ev bajarê bedew di rojên dawî yên þerê
cîhanê yê diwem de bûbû armanca êriþa
balafirên englîzî û amerîkî; beþên
mezin ji taxên bajêr hatibûn kavilkirin, lê dîsa jî gelek avahiyên kevin
heya niha jî hatine parastin. Gava mirov di nava bajêr re derbas dibe, ev
avahiyên qeþeng bala mirov gelekî dikiþînin
ser xwe. Çemê Êlbê, yê ku serkaniyên wî ji çiyayên komara Çîk
hildavêjin di nava vî bajêrî re derbas dibe û berê xwe dide Derya Bakur.
Ev çemê ku niha bi aramî û bê deng mîna maran xuþîna
xwe berdewam dike, berî bi çend mehan har û þêt
bûbû, ava wî bi çend metroyan rabûbû û mîna tewefana Nûh seranserê
kolan û çarþiyên bajêr di bin avê de
hiþtibûn. Seyrangehên keç û xortan
li qeraxên çem di bin herî, mohr û çipilê de mabûn; ew warên ku keç û
xortên nûguhayî di wan de ramûsanên bengîniya xwe ji lêvên þekerî
bi hev diguhertin, li wan hatibûn bendkirin û piþtî
vekiþîna avê, ew ji qirþ û qal,
ji melq û çipilê bûbûn mîna meydan û tirada berazên kovî. Gelek
mirovên bê guneh, bi encama vê xiþim û
bêtara nagehan bûbûn gorî û qurban. Dayîkên ciwan, ji ber bilindbûna ava
çem, zarokên xwe hembêz dikirin û ji qatên jêrîn di pêlekanan re ber bi
qatên jorîn hildikiþiyan û
bazdidan; ne dizanîn heya kîjan qatî asta avê dide pey wan. Ji tirsa xuþxuþa
avê û geremola lehiyê hêstir ji wan çavên belek dibariyan, bi xwe
re kila sibhanê ji navbera bijangan rêþdikir û
bi ser hinarekên rûyan de mîna cokên avê diherikîn; wan jî ji hêla din
ve, mîna lehiya çemê Êlbê, hinarekên sor û spî bi kil reþ
dikirn û wisa bi tewr û azîneyeke din warên ramûsanan diherimandin.
Ji lez û bez, ji tirs û sawîr lîstikên zarokan ji nav tiliyên ter û teze
toldibûn nava çiravê û bi avê de diçûn.
Di dema vê bobelata mezin de seranserê Almaniya helmet û seferber bûbû. Bi
sedan û bi hezaran ciwanên Alman berê xwe dabûn vî bajarî û herêmên din
yên li ber lehiyê bûn û arîkariya gelê xwe dikirin. Bi milyonan û
milyonan zirar çêbû; lê belê gelê Alman bi giþtî
jî kêmasî nekir, bi fedakarî û comerdiya xwe ev zirar û azara ku
pêkhatibû - heya gengaz bû - sivik kir. Wisa em hatibûn warekî, ku hên nû
ji bobelat û kîna sirûþtê rizgar
bûbû.
Hevdîtin
Bi van nîgaþ û xeyalan ez ji tirênê peya bûm û li hevalê me Yûnis Behram geriyam, ku li gor agahdariya bi telefonê li benda min bû. Em bi pêlekanan re hatine xwar û li hevala me Nilgûn Demîrkaya geriyan, ya ku berî min bi saetekê gihabû bajêr. Gava em ji wê avahiya dîrokî derketin meydana derve, hevalê me Yûnis Behram bi tiliyên xwe dîwarê avahiya stasiyona tirênê þanî me da û got, ava lehiyê heya dera han bilind bûbû; ya here dijwar ne tenê bilindbûna avê bû, lê belê xurtbûna lehiyê kevirên kolanan jî bi xwe re rêþdikirin û dibirin.
Em ji pêþiya stasiyonê birêketin û me berê xwe da hotêla ku ji me re hatibû girtin. Hevala me Nilgûn Demîrkaya ji rêya dûr gelek westiyabû û janeke giran di serê wê de peyda bûbû. Wê ji me pirsiya, heke libên aspîrîn li ba me peyda dibin, ku ew wê janê hinekê pê sivik bike. Lê mixbin, me nikarîbû daxwaza wê bianiya cih û wisa em li ber deriyê dermanxaneyekê rawestiyan, ku li nêziya hotêlê bû. Piþtî ku me navê xwe li hotêlê qeyd kir û hinek nan xwar, Nilgûn Demîrkaya xwest biçe oda xwe û aramiyê bibîne. Hevalên me yên din hên giþt di devê rê de bûn. Hinek ji ber baranê û hinek ji ber geremola erbeyan bi derengî ketibûn. Me ew dema xwe ji bo serdaniyeke kurt li mala hevalê me Yûnis Behram bi kar anî. Hên nû destpêka êvarê bû. Kebaniya malê hinek þîranî ji bo roja din ji beþdarên civînê re amade kiribû. Li cihê nan û xoyê, min hinek þîranî xwar û daku heya heval tên ez hiþyar bimînim, min du fîncanên qehwa Yemenê, qehwa tîregiran bi nav lêvên xwe de berdan. Gava em ji wir derketin hevalê me Salihê Kevirbirî gihabû stasiyona mezin û ji aliyê hevalekî din ve hatibû pêþwazîkirin. Heya me ew jî gihande hotêlê, êdî hevalên me, nivîskarên Alman ji herêma OWL, ji bajarê Bielefeld de gihabûn bajêr û li kolanekê li benda me bûn. Me ew jî anîn hotêlê û bi cih kirin. Di pileya dawiyê de hin hevalên me yên din, Dr. Zorab Aloian, Selîm Biçûk û Tengezar Marînî li gel serokê PENê Dr. Zerdeþt Haco gihabûn bajêr. Piþtî ku wan jî navên xwe li hotêlê qeydkirin em tev çûn aþxaneyeke Kurdan ya bi navê Ararat, ya ku wê û yeke din, ya bi navê Dunum ji comerdiya xwe xwarina me ya du rojan li ser xwe girtibûn. Ev mêvandariya wan bi rastî jî li xweþiya hemû beþdaran gelek hat. Xort û keçên Kurd, yên di wan aþxaneyan de dixebitîn, di wan herdû rojan de, em bi rûyekî li ken û bi hestên nazik pêþwazîkirin, ku cihê þehnazî û serbilindiyê bû. Vê yekê careke din jî da xuyakirin, ku gelê me ji bo doza xwe ya dademend di her war û delîveyê de amade ye û hergav fedakar e.
Rojên wêjeyî
Hevalê me Yûnis Behram hesabê her tiþtî kiribû. Hên li ser taþtê tîmeke wênekêþan amade bû. Xort û keçeke Alman bi kamêrayeke mezin her liv û çiveke me dikiþandin. Kê çi dixwar, çi vedixwar û çi digot, her tiþt dihat tomarkirin. Lê belê em li hin civînên din jî hînî vê rewþê bûbûn û hebûna kamerayê tu guhertin nedixist rabûn û rûniþtin û tîtalên me.
Li ber kenarên çemê Êlbê, di avahiya "Ballhaus Watzke" de, di holeke ku bi kevnarbûna xwe nirxbiha ye, cih ji hevdîtina me re hatibû amadekirin. Gava em gihiþtin wir, êdî hin bi hin nivîskarên Alman û hevalên me yên ji Berlîn û cihên din tev gihiþtin hev. Lê belê rêzkirina maseyan ne bi dilê me bû; me cihê wan guhert û wisa bi awayekî kir, ku beþdar hemû hevdû bibînin. Du xortên Kurd bi amûrên xwe yên mûzîkê ve amade bûn. Her rûniþtineke me bi awazeke kurdî dihat vekirin.
Biryar hate girtin, ku birêz Dieter Stork vê civîna me bigerîne. Ew yek ji wan kesan e, yên ku bi meraqeke mezin li van civînan amade dibe; ew hem nivîskar û hem jî evîndarekî wêjeyê ye û ji aliyê hemiyan ve tê pejirandin û hezkirin.
Di destpêkê de her kes hinekê bi perwa tevdigeriya; wek endamên lîstikên livbazî û sportê, ku hên nizanin hêza yên li hember wan çiqas e, li hev temþe dikirin. Diviyabû her yek di çarçewa 15 xulekan de berhemekê yan jî hin berheman bi zimanê almanî pêþkêþ bike.
Yên li hember me xwedî derfet û îmkanên mezin bûn; ew ji zarotiya xwe de bi vî zimanî perwerde bûne, xwedî berhem û pirtûk in û nivîskarî ji xwe re wek pîþe hilbijartine. Xurtbûna wan ji perwedebûna wan, ji serborî û hostatiya wan e.
Lê gelo em kî ne?
Gelo em zarokên qurmê dîroka mirovatiyê ne? Gelo em zarokên wî gelî ne, yê ku rah û damarên xwe bi dîrokê de heyanî heyamên kevnare berdane? Gelo Em ji nifþên wan kesan in, yên ku þopa pêyên wan li her bihosteke Rojhilatê diyar û xuya ye? Gelo em ji wî welatî ne, yê ku li gor încîla pîroz þîr û hinguv lê diherike û horiyên bihuþtê lê semayê dikin? Gelo em law û dotên wan bav û dayîkan in, yên ku hostayên wêje û hemû hunerên evîndariyê bûn? Dîsa ez ji xwe dipirsim: Gelo em kî ne??
Gelo ev rast e, yan jî ez ketime nîgaþ û
xulyan û xewnên bi roj dibînim? Gelo evê di rex me re dibihure çemê Êlbê
ye, yan jî ez li tixûbên zozanên welatê me û biyabana jêrî me û evê li
ber çavên min rewrewk û leylan e?
Heke her tiþt jî rast û wisa be, dîsa
jî divêt em rastiya rewþa xwe baþ nas bikin. Ma
gelo ne berî bobelata bajarê Dresden bi heft hezar sal tewefana
hezretî Nûh li welatê me qelibî bû û piþtî
vekiþîna avê, keþtiya wî li ser zozanên
welatê me, nizanim li Agirî, nizanim li Cûdî dahatibû; Nûh bi heval û
hogirên xwe ve, xwe ji wir berdabûn gundê Heþtan û rastî ava þêrîn hatibûn?!.
Gelo çend caran di pey re û li pey hev bobelatên wisa bi ser me de hatine û
çend caran jiyanê li welatê me ji nû de destpêkiriye?
Gelo hên ew hêz û þiyan di me de maye, ku em rûyê wan bav û kalan, wan dayîk û dapîran îro li vir spî bikin?
Çima na?
Ma ne em bûn, me di zaroktiya xwe de þîrê
beran ji sîngê wan karîxezalan mêtibû û bi wan bavikan re, li deþt û beyarên welatê me, li rava xezalan û li zozanên bilind li
nêçîra kewan û pezkoviyan digeriyan?! Ma dengê loriya dayîkê, li ber
dergûþ û landikê û çîrokên wê yên
di þevên havînê de li ber tava heyvê di
guhên me de nemabûn û jê maþiyabûn?
Gelo me helbestên Melayê Cizîrî, Feqiyê teyran û Ehmedê Xanî ji bîr kiribûn û þopa evîna Mem û Zînê, Siyamend û Xecê, Dewrêþ û Edûlê di hestên me de bi bandora zivistanên sar li van welatên biyanî qerisî bû?
Na, na her tiþt hên zindî bû….
Lê ev dîwarê zimanî li ber min bûbû mîna dîwarê Berlîn, zimanê min
kîp kiribû, per û basik li min þikandibûn;
bi her awayî diviyabû ev dîwar jî bê hilweþandin.
Lê min tenê tiþtek dizanî. Heke em tenê
piyalekê jî ji ava wan kaniyên welatê xwe bidin dest van mêvanan; heke em
tenê êlkaneke biçûk ji bihna gulên germiyanan yan jî ya pûjanên zozanên
Feraþînê di vê holê de belav bikin,
emê serkeftî bin û bi kamiranî û serfirazî vegerin warên xwe.
Du xortên ciwan, di dest wan de amûrên mûzîkê li piþt dîwanê cih digirtin û hin awazên kurdî bi deng û aheng lêdidan. Ev tenê çend xulek bûn, lê ew li ber min bûbûn mîna heyamên dirêj…..
Civînê dest pê kir û hevalekî me du çîrokên kurt û xweþ pêþkêþ kirin. Bi rastî jî çarenûsa dîrokê bû, çîrok li ser zimanê dayîkeke Kurd dihatin xeberdan. Wek çawa her jiyanek ji dayîkekê dest pêdike, di her destpêkekê de jî dayîkek heye. Belê, ew hêza dayîkeke Kurd bû, ku sihra rewan û giyanê wê hemû beþdar xistibûn bin bandora xwe. Çiqas ev herdu çîrok kurt û biçûk bûn jî, lê dîsa jî mîna mûm û findan, wek þevçiraxa Melayê Cizîrî rêya min ronahî dikirin.
Hevalên me tev di liv û tevgerê de bûn. Em hinek li ber
Þetê
Cizîra Botan bûn, evîna Memê Alan di dilan de, em li bihur û delavê çemê
Dicle digeriyan, da ku em xwe bigihînin Birca Belek, koþka
Zîna Zêdan. Em hinek li ber kenarên gola Wanê bûn, bi hêrzana
Feqiyê Teyran em ketibûn qilafetê Þêxê
Sinan û me dixwest em derbasî girava evînê ya nava golê bibin, ji ber ku
soz û civana me bi Periyê re hebû.
Me hinekan gazî çiyayê Agirî dikir: Ey çiyayê bilind! Tu di her demekê de
nêrevan û govayê her serpêhatiyekê bûyî. De bêje, çiyayo de bêje!
Perdeyê ji ser van sir û nehîniyên dîrokê rake, êdî her tiþtî
ji min re bêje; ji min re çîroka Gulê û Sîno bêje, tiþtekî
nehêle, ji min re heft çîrokên Þêxê
Sinan jî bêje!
Me hinekan bi kurdên þarederî re çiyayê
Qefqasê derbas kiribû û li welatê Gurcan, li warê Çepildirêjan, em di wê
bihuþta sermedî de bûbûn Argonaût û bi
Jason re li Postê Zêrîn digeriyan.
Bêyî ku ez ji van xewnên bi roj hiþyar
bibim, keçika xizmetkar di ser min re sekinîbû û ji min pirs dikir:
Tu tiþtekî dixwazî? Wek ku ji min re bêje:
Bes e, êdî tu li pir waran geriyayî! Bihnekê bide xwe û piyaleke ava sar bi
ser lêvên xwe de berde.
Gelo min ev çavên nermik û þermokî, ev çavên
nîvlixew û bedew li kû dîtibûn? Gelo çima bi vî zimanî jî, ji vê xweþikiyê
re "scharm" dibêjin? Gelo ez di heyameke gelek kevin de, li warên
dûr, li Kurdistan, li Saksa Somerê, li nava herdu avan rastî van çavan
hatibûm û ji lew re, navê vê herêmê "Saksen" e?! Gelo van
mirovan piþtî tewefana Nûh ji welatê
Ariyan koç kiribû û çîroka Þengê,
Pengê û Qulîçengê jî, ya ku meta min di þevên
zivistanê de ji min re xeber dida, bi xwe re anîbûn van waran? Gelo ji ber
wê ye, ku ev ji „makder"ê re dibêjin "Mutter", ji
"birader" re dibêjin "Bruder", ji "dot"ê re
dibêjin "Tochter", ji "stêrk"ê re dibêjin
"Stern" û herwisa û wisa ji peyvên din!?
Êdî ji wî alî û ji vî rexî berhem mîna xaliyên ecemî di ser hev re dihatin raxistin. Her yek bi xemil û xêzeke taybetî bû, her yek li gor ceja hoste û afirînerê wê bû. Lê dîsa helbesta ku here bêtir bala hevalên me yên Alman kiþand, helbesta jineke Kurd bû, helbesta hevala me Nilgûn Demîrkaya bû. Ev jî careke din dide xuyakirin, çima di zimanê me de bêjeyên "Jin" û "Jiyan" li nêzî hev in!
Û evên li hember me? Kula dilê wan çi bû? Ew bi çi mijaran ve xerîk bûn? Çima wisa bi xemgînî xaliyên xwe radixistin û çîrokên serpêhatiyên xwe digotin?.
Ma ne ev gelê jîr û xebatkar bû, yê ku di sedsala derbasbûyî de du caran tûþî wan þerên giran û dijwar bûbû. Pêþengên wan berê wan dabûn rêyên asê, mîna Rêmos li wan kiribûn, berê wan dabûn kanên agir, volkanên çiyan; hinek dimirin, hinek winda dibûn; ew xistibûn çeqilbendika xweparastin û tolhildanê û nema jê derdiketin. Tenê bi dijwarî û bi birînên gelek xedar ji wan rojên tarî rizgar bûn. Hên jî wan birînan, wan kulên giran, di nîgaþ û xeyalên wan de þopên xwe hiþtine û ji ber wilo jî, ew bi kizûr û xemgînî ji wan serpêhatiyên tal xeber didin.
Helbest û pexþan…. bihinvedan.... çîrok û qerf..... dîsa rûniþtin..... awaz û aheng..... çûn û hatin..... xwarin û vexwarin….danasîna welatê kurdan..... zimanê me yî dayîkî..... hin aliyên çand û jiyana me.....; ev tev bûbûn mijar û mîna wêneyên fîlimekî serkeftî, yê ku hêjayî xelatê ye, li qeraxên çemê Êlbê di ber çavên min re derbas dibûn; diçûn û dihatin....
Axaftina dawî
Dawiya dawî, em tev li hev rûniþtin û me nixandineke tevayî pêkanî. Her kes ji wê baweriyê bû, ku ev civîna me di her warekî de giranbiha û serkeftî bû. Divêt em van hevdîtinan berdewam bikin. Lê me tiþtekî din jî didît. Me hin dostên girîng ji doza gelê xwe re qezenc kiribûn. Bi van ramanan, ez dîsa di nîgaþ û xeyalên xwe de vegeriyam û gihiþtim dema ciwaniya xwe, gava ez bi qêrîn û halan di xwepêþandan û meþan de beþdar dibûm û bi baweriya ku ez þerê neyarên xwe dikim, min bi keviran êriþ ser camên kolanan dikir û ew diþikandin; min bi vê yekê bawer dikir, ez þerê împêryalîstan dikim, serê wan diþikînim û doza gelê xwe pêþve dibim. Min ji xwe pirsî? Gelo çima min wek lîstikvanên filman rola torêro girtibû ser xwe û min bi paçekî sor toro li serê xwe hêrs dikir?!.
Min bi carekê dît, dîsa ez di wê holê de rûniþtî me û du rojên me li qeraxên çemê Êlbê derbas bûne. Hunermenda me ya rûgeþ û awazxweþ, birêz Þêrîn Perwer bi hin awazên xwe yên nazik û watedar dawî li vê hevdîtinê dianî. Em ji hev belav bûn û - wek her car - dem dîsa dibû þûrekî tazî û em ji hev dibirîn.